Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Nusra Dibêje Armanca Wan Esad e, Ne Welatên Rojava


Şervanên Nusra
Şervanên Nusra

Rêberê El Qaydê li Sûrîyê dibêje, armanca wan hilweşandna rejîma Beşar Esad e û ew hizra êrîşên dijî welatên Rojavayî nakin.

Rêberê El Nusra Abu Muhammed al-Golani di hevpeyvîna xwe ya Al Jazeera de got, wê di demeke ne dûr de hikûmeta Esad wê gêr be.

Wî rexne li gruba tundrê Hîzbullah a Lubnanî kur ku şervanên bo piştgirîya Esad dişîne Sûrîyê, kir.

Golani hişyarî da Elewîyên Sûrî ku jibo ewlehîya xwe, dest ji bawerîya xwe berdin û xwe ji Esad dûr xînin.

Wî herwiha red kir ku grubeke taybet ya bi navê Xorasan di nav Nusra de heye û ew yek ji alîyê Amerîka ve hate çêkirin.

Wezareta Berevanî ya Amerîka gotibû ku gruba Xorasan hazirîya êrîşên dijî welatên Rojavayî dike, loma jî bi êrîşên esmanî li armancên wê komê xistibûn.

XS
SM
MD
LG