Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nusra li Sûrîyê 5 Şervanên Din yên Serhilda Digire


Endamên Nusra li Îdlibê di xaleke ewlehîyê de xuya dibin
Endamên Nusra li Îdlibê di xaleke ewlehîyê de xuya dibin

Şaxê El Qayîde li Sûrîyê bi kêmî 5 şervanên serhilda girtin, ku Amerîka wan perwerde dike.

Rêxistineke çavdêrîyê îro Sêşemê ragihand ku girtin derengî şevê li gundekî bakur rojavayê welêt qewimî.

Bepirsê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdulrahman li ser wê mijarê agahî dan ajansa AFP.

Abdulrahman got, di navbera Duşem û Sêşemê de, Cebhet el Nusra bi kêmî ve 5 serhildayên opozisyonê li gundê Qah yê nêzîk sînorê Tirkîyê girtine.

Cîhadîyan hefteya borî jî bi kêmî 8 şervanên serhilda li heman yekîneya ku Amerîka piştgirîya wê dike girtibûn.

El Nusra hinek deveran li parêzgeha Îdlib ya bakurê rojavayê Sûrîyê kontrol dike. Ew jî wekî DAIŞ dixwaze dewleteke Îslamî li Sûrîyê ava bike.

XS
SM
MD
LG