Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Xwe Amade Dike ku ligel Rêberên Kongresê Biaxife


Bi dawîbûna hilbijartinan, Serokê Amerîka yê jinûvehilbijartî Barack Obama xwe amade dike ku ligel rêberên Kongresê kom be da ku kêşeya budceya vî welatî çareser bike.

Qesra Sipî dibêje, birêz Obama do Çarşemê telefona Serokê Civata Nûneran yê Komarî John Boehner kir ku danûstandin destpê bikin, li ser nehêlana paketa otomatîk ya kêmkirina budceyê û zêdekirina bacan ku li ber e dawîya vê salê karîger bin.

Aborîzan hişyarî didin ku ev pakent dikare ekonomîya Amerîkayê careke din têxe nav rewşeke xeter.

Serok Obama dixwaze çavkanîyên nû yên diravî biafrîne, loma jî dixwaze Amerîkîyên ku salane pirtir ji 250.000 dolar pere qezenc dikin, zêdetir baca dahatîyê bidin ku Komarî bi tundî li dijî wê yekê derdikevin.

Lê, Serokê Civata Nûneran yê Komarî John Boehner do Çarşemê gotibû ku ew ne dijî afirandina çavkanîyên nû yên diravî ye, bi şerta ku guherîn di programên wek Bîma Civakî anku Social Security û Medicare bêne kirin.
XS
SM
MD
LG