Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ser Stratejîya Obama Reaksîyonên Tevlihev ji Hevalbendên Ewropî Tên


Hevalbendên Washingtonê yên Ewropî reaksîyonên tevlihev li ser stratejîya Serok Obama ya dijî DAÎŞ dîyar dikin.

Berdevkê Serokwezîrê Brîtanya David Cameron dibêje, welatê wî, êrîşên esmanî yên dijî DAÎş jî nav de, hemî bijareyên heyî dinirxîne.

Lê, Wezîrê Derve yê Britanî Philip Hammond, demeke zûtir ya îro Pêncşemê li Berlînê got, parlemana Brîtanî berê biryara dijî êrîêşên esmanî li Sûrîyê da û ew naxwazin careke din vegerin ser wê mijarê.

Wezîrê Derveyê Almanya Frank-Walter Steinmeier jî got, ne daxwaz ji wan re hatiye ku beşdarî li êrîşên esmanî li Sûrîyê bikin, ne jî nîyeteke wan ya wi rengî heye.

XS
SM
MD
LG