Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Misilmanên Amerîkî Mînakên Giring û Jêhatî Pêşkeş Kirine


Serdana Obama ya Mizgefta Baltimore
Serdana Obama ya Mizgefta Baltimore

Barack Obama Serokê Amerîka serdana mizgeftekê li bajarê Baltimore ya eyaleta Maryland kir.

Obama di vê serdanê de peyvek pêşkeş kir ku tê de bal kişand ser rola Misilmanan di dîroka Amerîka de, peyvên bavûkalên netewa Amerîkî yên weke Jefferson, John Adams û Abraham Lincoln anîn ziman.

"Em hind rastiyan bêjîn vegerîn berî 1000 salan, Îslam di dîroka Amerîk de her tim hebûye, ew bi Mihemedî dihatin naskirin, îslam yanî aştî, peyva îslam ji aştiyê hatiye, di nava mirovan de grubên cuda hene, gelek curên Krîstiyanan hene, herwiha Misliman jî weha ne, lê hemî divê jibo bi hevre jiyanê kar bikin, Jefferson gotiye Kristiyan, Cuhî û Mihemedî (Misilman) wekhev in".

Obama dîsan got Misilmanên Amerîka jî wek her kesî ji derdê terorê aciz in, êrîşa ser olekî, êrîşa ser her hemî olan e".

"Beriya van jî grubên radîkal hebûn, ne ev bitenê ne, hind kesên radîkal hene raste li gelek cihên Amerîka karên kuştin u terorê encam dane, lê nabe em vê li ser ola îslamê hesab bikin."

Obama got, kes hene dixwazin me parçe bikin, li ser bingehê olî û mezhebî, hemû ol çi Misilman, Cuhî yan Krîstîyan bin, liser bingehê mirovatiyê peyda bûne.

Divê em liser bingehê ramana azad serederiyê li gel olan bikîn, azadiya ramanê divê me fêr bike kanê em çawan xizmetê bikin, nek azadiya ramanê hatiye em êrişî yên din bikîn, weke Obama di peyva xwe de dibêje, gelek nifşan beşdarî di avakirina netewa Amerîkî de kirine.

"Eger me got, komên weke Daişê terorîst in û li dij hemû mirovatiyê ne û me got ew nûnertiya îslamê nakin, wî çaxî pirs dê çereser bibe, divê em derew û propaganda wan ya liser îslamê vala derxînin.

Serok di dawiyê de got ku Amerîkî her hemû divê berpirsîya îdeolojîya tundrê bigirin ser xwe divê ev îdolojiya cudakariyê bihê red kirin.

"Pir caran, serkirdeyên Îslamê li her cihî bi dengekî bilind gotine ew mirov kujin, ew nunertiya îslamê nakin, dawiya dawî piraniya xelkê me dê di vî şerî de biserkevin, her hemû Misilman, Krîstiyan, Cihû û hemî ol dê di jiyaneke wekhev de û hevdû qebulkirinê de bi serkevin.

Obama bi mebesta nehiştina cudahiya navbera olan û wekhevî ê û bi hevre jiyanê îro roja Çarşemê li mizgefteke Misilmanan li bajarê Baltimore pêşkeş kir, di dawiyê peyva xwe de ayetek quranê libîr anî û got Quran dibêje" Yê kesekî bizanebûn bikuje, herwek wî xelk hemû kuştiye".

Obama herwisa behsa wan Misilmanan kirin yên ku di hemû saziyên Amerîkî da kar dikin weke saziya leşkerî îstîxbarat, saziyên xizmetên civakî, wî da zanîn ku, misilmanên Amerîkî xwe jibo Amerîka dikin qurban hind ji wan cangorî ne û li goristana Arlington tên veşartin.

XS
SM
MD
LG