Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Berpirsên Alozîyên Baltimore Divê Wek Tawankar Bêne Dîtin


Serok Obama û Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe li Qesra Spî ne
Serok Obama û Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe li Qesra Spî ne

Serokê Amerîka Barack Obama îro Sêşemê daxwaz kir ku kesên ku ji tundîya êvara Duşemê berpirs in, wek tawankar bêne dîtin.

Serok Obama herwiha got ku tiştên ku li Baltimore qewimîne, piştî xwepêşandanên aştîyanê yên çend rojan ku jiber xem û fikarên rêwa yên ser mirina Gray pêk hatine û divê ew yek bi zelalî bê dîtin.

"Ti bahane jibo tund û tûjîya ku me dîtî neyên pejirandin. Tiştên wiha feyda nayînin. Dema mirov herin cîhekî talan bikin, ew ne xwepêşandan e, ne azadîya ragihandinê ye, lê dizî ye.”

Serok Obama got, dema girseyên kombûyî avahîyan dişewitînin û firoşgehan dirûxînin, ew zîyanê didin tevahîya civakên xwe.

Daxuyanîyên Serok Obama di vê demê de tê ku fermandarê Maryland Larry Hogan li pêş nûçegîhanan soz da ku ew nema dihêlin bûyerên şeva Duşemê dubare bin.

"Emê misoger bikin ku Baltimore careke din rabe ser xwe û aştî û tenahî were nav civakê.”

Do li bajarê Baltimore alozî û tevlihevî derketibûn, piştî ku merasîma oxirkirina Freddie Gray yê 25 salî ku dema bin çavdêrîya polîsan de miribû.

Girseyên hêrsbûyî herikîn kolanan û gelek avahî, dîkan û otomobobîl dabûn ber êgir bi sedema ku polîsên spî tundî li hember reşan dimeşînin û wan dikin armanc.

Xwenîşandêr bi gelek dîkan talan kiribûn û bi dehan avahî, otomobîl dabûn ber êgir û bi kevir, şîşeyên avê û tiştên din êrîşî polîsan kiribûn.

Rêvebirê polîsan Anthony Betts ragihandibû ku 15 polîs di peçvûnan de birîndar bûn û 6 ji wan ji nexweşxanê re hatibûn rakirin.

Karbidestên bajêr îyar kir ku di bûyeran de herwiha pirtir ji 200 kes hatibûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG