Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Amarîka wê Berdewamî Şerê DAÎŞ Bike


Serokê Amerîka Barack Obama, Welatên Yekbûyî dê berdewamî şerê tundreyên DAÎŞ bike, tevî ku rojnamevanê Amerîkî James Foley bi awayekî hovane hate kuştin.

Serok Obama ku berî demeke kin li bajarê Martha's Vineyard ya Massachusetts peyîvî,dîyar kir ku cîhan gîş bi kuştina Foley şok bû.

Obama got wî ligel malbata Foley peyîvî û sersaxî ji wan re xwest.

Serok di axaftina xwe de bi berdewamî got, DAÎŞ jin û zarokan direvîne, êşkence li wna dike, dest dirêjî li namûsa jinan dike û mirovên beguneh dikuje.

Serok Obama her wiha bi bîr anî ku DAÎŞ Krîstîyanan û kêmanîyên din jî xwe re dike hedef û komkujîyan dike.

Axaftina Serok Obama wek bersîvdana vîdyoya DAÎŞ tê ku di sêşemê serjêkirina rojnamevan James Foley belav kiribû.

XS
SM
MD
LG