Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Navbera Polîsan û Civakên Kêmanî Bêbawerî Heye


Serokê Amerîka Barack Obama bang li bîragiştî kir ku di navbera polîs û civakên kêmanî de bawerîya dualî pêk were, di vê demê de ku bûyerên Baltimore di rojeva welêt de cîhekî girîng digire.

Serok Obama di bernama "The Late Show with David Letterman" ya CBS de got, bandorên mayîn yên koletî û cudahîya nîjadperestî, hîn bi xirabî di jîyana civakên Amerîkîyên Afrîqî de tê dîtin.

"Tiştê ku heye civakên xizan e, kêmbûna derfetan û perwerde ya seranser welêt e. Pir caran, heta ku tiştekî xirab biqewime, em girîngî nadin wan kesan, lê dû re jî ecebmayî dimînin.”

Serok Obama dema civîna xwe ya ligel gencên ji civakên kêmanî, pênasînê kir ku gelek zilamên Amerîkîyên Afrîqî û Latin hîn ji dayikbûnê bi derfetên kêm mezin dibin û rûbirûyê reftarên neyênî yên polîsan dibin.

Serok got, zilamên reş bê sedem ji alîyê polîsan ve tên sekinandin û tên binçav kirin û ew yek jî wekî ku li Baltimore û Ferguson çêbûyî, dibe sedema tundî û tûjîyan.

XS
SM
MD
LG