Serokê Amerîka Barack Obama îro Çarşemê li Qesra Spî, taybetî li ser rewşa ewlehîyê li Amerîka peyîvî.
Serok Obama got, berî behnvedana Roja Spasdarîyê gefeke berbiçav û pêbawer li hember ewlehîya Amerîka tuneye
"Em hemî gavên pêdîvî davêjin ku ewlehîya welatê xwe misoger bikin," Serok bi berdewamî got.
Serok Obama dîyar kir ku hemî dezgehên îstixbaratî, dij-terorê û yên parastinê li hember hemî îhtîmalên gefeyan di hişyarî de ne bi awayekî xurt karên xwe didomînin.
Obama ji hemwelatîyan xwest ku wek demên nirmal jîyana xwe bidomînin û Roja Spasdarîyê pîroz bikin. Serok ji Amerîkîyan xwest ku ji derdora xwe agahdar bin û tiştên bi guman demûdest ragihînin karbidestan.