Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Bang li Cîhanê Dike ki Dijî DAÎŞ Rabin


Serokê Amerîka Barack Obama bang li cîhanê dike ku di hewla şikandin û tunekirina DAÎŞê de tev li bizavên wan bibe.

Serok Obama di Civata Giştî ya NY de li New Yorkê axaftineke taybet li ser şerê dijî DAÎŞ dike di çend mehên dawî de gelek deverên li Sûrîye û Îraqê xistibû bin kontrola xwe.

Serok got, hovitîya terorîstên DAÎŞ li Sûrîye û Îraqê pêş civata navnetewî erkekê tine ku divê ew koma terorîst were qels kirin û dû re jî tine kirin.

"DAÎŞ seranser Îraq û Sûrîyê li hember kesên ku derketine pêşîyan wan terorekê dimeşînin. Destdirêjî li dayikan, xuşkan û keçan dikin, zarên bêguneh dikujin û qurbanîyên davêjin gorên giştî.

Bi avayekî herî hovane ku dine hemî şok bû, mirovên bê sûc têne serjê kirin û dîmenên wan wek propaganda têne karanîn.

Kêmanîyên olî têne hedef girtin û kiryarên zalimane ser wan têne kirin û ew têne birçî hîştin.

Ez bawer nakim ku ti xude kiryarên wiha barbar û hob qebûl bike. Yek zimanê ku ew mirovkuj fem dikin karîna hêza leşkerî ye. Amerîka wê ligel koalîsyona fireh ya welatên din bixebite ku daeî li vê tora mirinê bîne.

Di vê hewla me de me tenê gav neavêt û nîyeteke me ya wiha jî tune ku welatên bîyanî dagir bikin. Li şûna wê, em hez dikin piştgirî bidin Sûrî û Îraqîyan ku bikaribin cîh û warên xwe jinûve ji DAÎŞ paqij bikin.

Emê di demên pêş de perwerde û çek bidin wan hêzên li erdê ku şerî vê gruba terorîst dikin. Niha 40 dewlet beşdarî vê koalîsyona dijî DAÎŞ kirine. Ez îro bang li hemî cîhanê dikim ku pişikdarî li vê hevalbendîyê bikin."

XS
SM
MD
LG