În, 01 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 03:46

Tirkîye

Rêberê PKK’ê yê Zindankirî Ocalan Planeke Aştîyê bi Tirkîyê re Eşkere Dike

x
Rêberê PKK’ê yê zindankirî Abdullah Ocalan planeke aştîyê bi Tirkîyê re eşkere kir ku li gor wê, şervanên wî li meha Adarê agirbesteke ragihinîn.

Medyaya Tirk dîyar dike ku li gor wê planê, herwiha çekdarên PKK’ê heta meha 8, Tebaxê ji nav sînora Tirkîyê paşve dikşînin.

Hikûmeta Tirkîyê li meha 12, Berfanbarê ragihandibû ku ew bi rêberê PKK’ê yê zindankirî Abdullah Ocalan re daxife da ku wî qane bike ku PKK çekên xwe deyne û dawî li şerê xwe yê 28 salan bîne.

Parlamanterê Kurd Nazmî Gur ji Associated Press re piştast kir ku Ocalan nameyeke 20 rûpelî nivîsîye û tê de hurgilîyên plana xwe ya aştîyê dîyar dike. Lê, birêz Gur pirtir agahî neda ku naveroka nameya Ocalan çi ye.

Birêz Gur got “Ev name, bernivîsa yekê ya plana wî ye û pêşnîyara dawî de dîyar be, piştî ku hemî alîyên vê prosesê nêrînên xwe li vê planê zêde bikin.”

Karbidestên Tirk jî hurgilîya danustandinên bi Ocalan re eşkere nekirin. Lê, ew didine zanîn ku armanca wan ev e ku PKK şer rewestîne û bi hezaran serhildayên wê axa Tirkîyê biterkînin.

Rojnameya Sabah ta Tirk jî radigihîne ku Abdullah Ocalan daxwaz ji PKK’ê kirîye ku heta 21’ê Adarê anku Newrozê agirbestekê ragihîne û heta 15’ê Tebaxê anku salvegera damezrandina PKK’ê, hemî şervanên xwe bişîne dervayê tixubê Tirkîyê.

Li hember wan gavan, Ocalan daxwaz ji hikûmeta Tirkîyê dike ku bi sedan bizavkarên Kurd ji girtîgehan azad bike, misoger bike ku mafên Kurdan di qanûna bingehîn ya nû de were parastin û herwiha rêvebirîyên herêmî jî werine xurt kirin, rojnameya Sabah dibêje.

Tê gotin ku Abdullah Ocalan daxwaz ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) kirîye ku di nav du hefteyan de bersîva nameya wî bidin.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
31.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.