Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nameya Ocalan ji Qendîlê re Hate Şandin


Rêvebirîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) roja Çarşemê bi mebesta nameya ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan şandîye û çend babetên din binirxîne civîya.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, piştî civînê ragihand ku nameyên Ocalan jibo cihên têkîldar hatine şandin.

Hevserokê BDP’ê destnîşan dike, civîna BDP’ê ku pêk hat civîneke bernamekirî bû ku ji xeynî babeta nameyên Ocalan hin babetên din jî hatine gotûbêj kirin.

Birêz Demirtaş, herwiha da xuya kirin, di civînê de nameyên Ocalan jî hatine nirxandin û jibo bersîva nameya ku jibo wan hatîye ewê amadekarîyên xwe bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG