Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Dibe ku Macaristan Tixubê Xwe ya bi Hirvatistanê Bigire


Serokwezîrê Hungarya Viktor Orban dibêje, ew difikrin ku jiber hatina penaberên neqanûnî tixubê xwe ya bi Hirvatistanê re bigirin û ewê jibo wê biryarê, hewl bide ku piştgirîya welatên din misoger bike.

Orban dibêje, tixubê başûr ya Macaristanê bi Hirvatistanê di bin êrîşa penaberan neqanûnî de ye û mafê welatî wî ye ku sînorên xwe biparêze.

Orban ew daxuyanîyên xwe îro Înê li Vîyana, piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Avusturî Werner Faymann dan.

Serokwezîrê Macarî soz da ku hemî kiryarên ku welatî wî bike wê şefaf bin.

Orban, di kontrolkirina herikîna penaberên nû de, pesna hevkarîya Sirbistanê ya bi Macaristanê da.Lê wî got, gumana wî li ser helwesta Kroatya heye ku ew dewlet bi rastî polîtîkayên Yekîtîya Ewrupa ya ser penaberên neqanûnî û parastina sînoran bi cîh tîne.

XS
SM
MD
LG