Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Uçer: Kurd Êdî Bindestî Qebul Nakin


Serokê Amerîkî Barack Obama kêfxweşîya xwe dîyar kir jibo danûstandinên navbera karbidestên Tirkîyê û rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê, li gorî rojnameyeke Tirkîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Milliyet, serok Obama dibêje ku Washington piştgîrîya hikûmeta Tirkîyê dike jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd li wî welatî.

Ozdal Uçer, endamê parlemana Tirkîyê, dibêje ku piştevanîya Barack Obama jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd girîng e û bandoreke mezin dê hebe li ser pêvajoyê.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Uçer dibêje “eger piştevanîyê dikin, lazime piştevanîya daxwazên gelê Kurd jî bikin.”

Parlamenter Uçer, yê ser bi Partîya Aştî û Demokrasîyê, herwiha dibêje ku Kurd êdî bindestî, zulim û înkarê qebul nakin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG