Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Wêneyên Rûxandina Perestgeha Baal Shamin Belav Dike


Di vê fotoya dema wê nedîyar de perestgeha Baal Shamin tê rûxandin
Di vê fotoya dema wê nedîyar de perestgeha Baal Shamin tê rûxandin

Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Sêşemê hinek wêne belav kirin ku tê de wêrankirina perestgeha Baal Shamin li bajarê Palmyra nîşan didin.

Di wêneyan de xuya dibin ku mîlîtan bermîl û qutiyên biçûk tijî madeyên teqînok li nav perestgehê û li ser stûnên wê datînin.

Di wan wêneyên ku ji vîdyoyekê hatine wergirtin de, di dema rûxandina perestgehê de peqîneke mezin xuya dike.

Li gor raportan, perestgeh roja Yekşemê hatiye wêran kirin û ew yek jî bûye cihê nerazîbûna civaka navnetewî.

Seroka ajansa UNESCO ya parastina kulturê, Irina Bokova ew kar wekî “tawaneke şer” dabû zanîn.

Hêjayî gotinê ye, Palmyra ji aliyê UNESCO ve wekî devereke Mîrasa Cîhanî hatiye destnîşan kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ew bajarokê dîrokî di 21’ê Gulanê ketibû bin kontrola mîlîtanên DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG