Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Cara Yekê ye Serdana Afrîqa Dike


Papa Francis ku piştî bû rêberê cîhana Katolîk, cara yekê ye serdana Afrîqayê dike û îro Çarşemê digiheje Kenya.

Serokê Kenya Uhuru Kenyatta û girseyeke şenîbar li Firîngeha Navbetewî ya Jomo Kenyatta ya paytxt Nairobi xêrhatina Papa kir.

Li ber e, Papa dû re li Mevangeha Fermî ya dewletê, beşdarî li merasîmeke fermî bike ku jibo şerefa wî, bi amadebûna dîplomatên cîhanê û karbidestên hikûmetê, tê darxistin.

Papa Francis berî destpêkirina gera xw eya pênc rojan, banga aştîyê kir û got, şer û terorîzm li gelek deverên cîhanê xemên girîng in.

“"Tecrubeya me nîşan dide tundî û tûjî, şer û terorîzm ji tirs, bêbawerî û xizantî û herwiha ji bêhevîtîyê peyda dibe.”

Şîroveyên Papa berî destpêbûna gera Afrîqa tê ku ewê piştî Kenya, serdena Uganda û Komara Afrîqaya Navendî (Central African Republic) bike ku nîfûsên wan piranî Katolîk in.

XS
SM
MD
LG