Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Nû ya Koreya Başûr Park Hişyarî Dide Pyongyang


Seroka Koreya Başûr ya nûhilbijartî Park Geun-hye îro Pêncşemê belgeya qezenckirinê werdigire
Seroka Koreya Başûr ya nûhilbijartî Park Geun-hye îro Pêncşemê belgeya qezenckirinê werdigire
Seroka Koreya Başûr ya nûhilbijartî Park Geun-hye îro Pêncşemê soz da ku ku ewlehîya netewî bike mijara herî girîng, li vê demê ku ser xeterîyên Koreya Bakur hişyarî dide.

Di axaftina xwe ya yekê de Xanim Park got, avêtina roketê ya Pyongyang nîşan dide ku gefa li dijî welatê wê çiqas mezin e.

Park Geun-hye di axaftina xwe de got, ew dê soza xwe ya ji gelê xwe re bicîh bîne û bi rêya parastina xurt û dîplomasî serdemeke nû li nîvgirava Koreyê destpê bike ku ew jî li ser bingeha bawerî ava be.

Sîyasetvana parêzkar ku roja Çarşemê hilêbijartina seroktîyê biribû û bibû seroka yekê ya Koreya Başûr.

Wê got, ewê hewil bide ku peywendîyên bi Koreya Bakur re baştir bike eger Pyongyang dest ji programa xwe ya navokî berde.

Seroka Koreya Başûr ya nûhilbijartî Park Geun-hye qîza desthiltdarê leşkerî yê berê Park Chung-hee ye.

Xanim Park di hilbijartina roja Çarşemê de 51.6 ji sedê hemî dengan wergirtibû û hevrikê wê Moon-Jae jî 48 ji dengan biribû.
XS
SM
MD
LG