Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gêlo Îsa: Rewşa Kobanê Baştir Dibe, YPG Pêş Dikeve


Gêlo Îsa û hevalên wî di berevanîya Kobanê de ne
Gêlo Îsa û hevalên wî di berevanîya Kobanê de ne

Di hevpeyvîneke taybet de endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S ) Gêlo Îsa bi firehî rewşa şerê berdewam li Kobanê dinirxîne.

Birêz Îsa dibêje, di demên dawî de YPG pêşketinên pir girîng dest xistine û hejmareke pir mezin ji endamên Dewleta Îslamî kuştine.

Îsa dide zanîn ku niha DAÎŞ di rewşeke pir xeter de ye û moralê wan pir xirab e.

"Ew hîn bûne ku di nav çend seetan de, bê berxwedaneke xurt her derê ku xwestine, bêxin bin kontrola xwe. Lê, ev du meh in YPG û YPJ berxwedaneke pir xurt didin û DAÎŞ nizane çawa xwe rizgar ke."

Îsa dîyar dike ku çekên giran yên pêşmergeyan û êrîşên esmanî yên koalîsyonê ji bandorên erênî li ser başbûna rewşa li ser erdê dike.

Gêli_Îsa_11_13_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:47 0:00

XS
SM
MD
LG