Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Qamyonekê de li Vîyana Termên Dehan Penaberan Hatin Dîtin


Polîsên Avusturya îro Pêncşemê, di nav qamyonekê de ku li ser otobana Budepeşt û Vîyana hatibû hêlan de, jimareke termên penaberan dîtin.

Rêvebirê polîsên Vîyana Hans Peter Doskozil ji nûçegîhan re got, dibe ku nav qamyon de ji 20 bigire heta 50 term hebin.

Doskozil got, îhtîmal e penaberên nav qamyonê, jiber tunebûna oksîjenê mirine û jiber hewaya pir germ meytên wan jî hêdî hêdî xirab bûne.

Doskozil da zanîn ku li gor agahîyên polîsên Macarî, ew qamyon heta demeke zûtir ya Çarşemê li Budapeşt bûye û dû re ber bi êvarê giheştiye Avusturya.

Ajansa Reuters ragihand ku jimara (plaqa) qamyonê ya Macaristanê ye, lê nivîsên ser wê bi zimanê Slovakî ye.

Hikûmeta Macarî dîyar kir ku jimara qamyonê li wê derê tomarkirî ye, lê xwedîyê qamyonê mirovekî Romanî ye.

Ev nûçeya xemgîn di vê demê de hat ku rêberên Ewrupî jibo gotûbêjkirina krîza penaberan li herêma Balkanan, li Vîyana ya paytaxta Avustralya dicivin.

Serokwezîrê Avusturya Werner Faymann got, ew kesên ku dixwestin ji jîyana xwe rizgar bikin, bi deste qaçaxcîyan mirin.

Faymann got, ew trajedî nişan dide ku divê karekî hevbeş bene kirin ku çareserîyek jibo malwêranîya penaberan bê dîtin.

XS
SM
MD
LG