Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 18:07

Pêşbaza Serokatîyê li Misir Berdewam e

Mezinahîya nivîsê - +

Pêşbaza hilbijartinên serokatîyê li Misrê di nav berbijarekî Îslamî û yekî ji dema Mubarak de maye.

Herdu berbijar, Mohamed Morsî ji Îxwan Misilmîn û Ahmed Şefîq yê sekuler, bi hemû hêz hewl didin ku piştgirîya dengdêran bistînin, berî ku proseya gera duwem destpê bike.

Hatem Begato, serekê komîteya hilbijartinê got, dê encamên hilbijartinan Duşemê an jî Sêşemê werin ragihandin.

Tê çaverêkirin hersê berbijarên mayî, Amr Mûsa û yê Îslamî Abdil Moniem abûl Fetûh û yê çepgir Hamdîn Sabahî dê nikarbin pêşbazîyê berdewam bikin û tevlî gera duwem bibin.

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--