Sêşem, 02 Meha Neh, 2014 Demê Xwecihî 00:14

Cîhan

Hejmara Qûrbanîyên Peqînên li Hîndistanê Zêde Dibe

x
Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê dibêje, hikûmet dê hemî tiştên pêdivî bike ku berpirsên peqînên li Haydarabad’ê desteser bike ku 16 kes tê de hatibûn kuştin, pirtir ji 100 kesên din jî birîndar bibûn.

Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê Sushil Kumar Shinde îro Înîyê li parlamanê got, yên ku ew peqîn plan kirin û pêk anîn, dê li gor qanûnan bêne ceza kirin.

Birêz Shinde, waxtekî zûtir  ji rojnmevanan re got, ew sê roj in ku hêzên ewlekarîyê li seranser welêt di hişyarîyê de ne, da ku rê li ber êrîşên nû bigirin.

Lê, Sushil Kumar Shinde got, îstîxbarat di destê wan de tune ku îhtîmal e êrîş kengê û li ku derê biqewimin.

Polîsên Hîndistanî dîyar dikin ku ew berî salekê hatine hişyarî kirin ku reng e li bajarê Haydarabad’ê êrîşek wiha biqewime.

Karbidestên polîsan radigihînin ku 2 ji êrîşvanên gumanbar yên endamên Mucahîdên Hîndistanê îtîraf kirine ku wan sala borî cîhê bûyerê xebata keşîf kirine.

Karbidest didine zanîn ku heta nija ti kes berpirsîya peqînan bi ser xwe ve negirtîye.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119 Fulli
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
21.08.2014 11:24