Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Zîyaneke Mezin Dide Perestgeha Bel ya li Palmyra


Perestgeha Bel
Perestgeha Bel

Berpirsê berhemên dîrokî li Sûrîyê Maamoun Abdulkarim dibêje, do Yekşemê li bajarê antîk Palmyra peqîneke xurt çêbû, lê Perestegeha Bel hîn jî bi piranî yekperçe xuya dike.

Abdulkarim ji ajansa AFP re got, wisa xuya ye ku stûnên pêşîn û hindurê perestgehê zîyaneke mezin nedîtîye.

"Li gor agahîya ku me ji bajêr wergirt, perestgeh hîn li ser peyan e, lê pispirên me nikarin têkevin şûnwarê dîrokî ku zîyana heyî ji nêzîk ve bibînin.”

Endamên DAIŞê hefteya borî jî Perestgeha Baal Shamin bi bombeyan peqandibû û ew yek ji alîyê fotoyên satelaytî yên Neteweyên Yekbûyî hatibû piştrast kirin.

DAIŞê di 21ê Gulanê de bajarokê antîk Palmyra ji destê rejîma Sûrî derxistibû.

XS
SM
MD
LG