Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê Destpê Kir


Hevşaredarên Amedê di pêşengeha pirtûkan de ne
Hevşaredarên Amedê di pêşengeha pirtûkan de ne

Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê, bi rêvebirîya Bajarvanîya Mezin, li Sumerparkê destpê kir.Pêşengeha Pirtûkan ya bi navê “Di Dergûşa Şaristanîyan de bi Ronahîya Pirtûkan” jibo rêzgirtina berxwedana Şengal û Kobanê hat darxistin.

Di pêşengehê de ku çar roj wê vekirî be, 72 weşanxaneyên Kurdî û Tirkî stand vekirin. Di van çar rojan de, nêzîkî 80 bernameyên wekî gotûbêj, panel, konsert, îmzakirina kitêban jî wê hebin.

Hêjayî gotinê ye, pêşengeh ev çar sal ji alîye kompanya TUYAP'ê ve hat rêvebirin, lê şîrket biryar da ku jiber sedemên aborî du salan carek li Amedê pêşengeh çêke.

Ser biryara TUYAP'ê, bajarvanîyên Amedê, sazî û dezgehên Kurdî yên bajêr hewil dan ku mêvandarîya pêşengeha vê salê bikin.

Muharrem Cebe, Serokê Daîreya Çandê ya Bajarvanîya Mezin li ser pêşengehê agahîyan dide.

Herwiha, nivîskar Roşan Lezgîn û nûnera Weşanxaneya Avesta Songul Keskîn li ser pêşengehê nêrînên xwe jibo guhdarên me anîn ziman.

KHF_5_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00

XS
SM
MD
LG