Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsnameya Nû ya Ser Îslama Tundrê Cudabirîya Amerîkîyan Nîşan Dide


Pirsnameyeke nû ya Pew Research Center nîşan dide ku cudabîrîyên kûr di navbera Demokratan û Komarîyan heye ku serokê nû yê Amerîkî polîtîkayên çi rengî bersîvdana Îslama tundrê bide.

Xebata Pew Research Center derdixe holê ku 65 ji sedê Komarîyan yan jî nêzîkî wan dixwazin kesê ku were şûna Obama li hember Îslama tundrê bê wêrekî biaxife, tevî ku gotinên wî rexne li Îslamê bikin jî.

Le, 70 ji sedê Demokratan ya jî kesên nêzî wan dibêjin sivê serokê nû li ser vê mijarê baldar bipeyîve.

Bi giştî, nêzîkî nîvê Amerîkîyan di wê bawerîyê de ne ku divê serokê nû Îslam û grubên tundrê yên Îslamî ji hev cude bike.

XS
SM
MD
LG