Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Binavbûna Keştîyekê de 36 Kes li Fîlîpînê Mirin


Karbidestên Fîlîpînî dibêjin, herî kêm 36 kes di binavbûna keştîyekê de li wî welatî hatin kuştin, bi dehan kesên din jî hinda bûne.

Karbidest didine zanîn ku di nav gemîyê bi navê Kim Nirvana de 189 rêwî hebûn û tenê yek kilometer piştî ku belem ji bajarê Ormoc ya grava Leyte bi rê ket, ew bûyer qewimî.

Polîsên deryayî dibêjin, herî kêm 127 kes hatin rizgar kirin û tîmên lêgerînê hewlên xwe didomînin ku kesên mayîn jî bibînin.

Karbidest vekolîna xwe didomînin ku bizanin sedema binavbûnê hewaya xirab e yan şaşitîyeke karmendên keştîyê jî rolek lîstîye.

Di qazayên wiha ya binavbûna ferîbotan de, bi dehan kes her sal li Fîlîpînê canê xwe hinda dikin.

Keştîyên neferan li Fîlîpînê alaveke girîng ya veguhastinê ye jiber ku ew welat ji 7,000 gravan pêk te.

XS
SM
MD
LG