Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsa Destlênedana Parlamenterên BDP’ê


Recep Tayyip Erdogan.
Recep Tayyip Erdogan.
Piştî hevdîtin û hembêzkirina parlamenterên Partîya Aştî û Demokrastîyê û serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê li Şemzînanê, li Tirkîyê nîqaş û rexneyên tund destpêkirin di derbarê destlênedana parlamenterên BDP’ê.

Serokwezîrê Tirkiyê roja şemîyê di civinekî de jibo dîmenên şemzînanê got "ew kesên ku teroristan hemêz dikin li parlamentoye nikarin jibo gel tekoşinê bikin."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk jibo guhdarên Dengê Amerîka'yê got "em dizanin ku tekoşina gelê Kurd çi wext berfireh bibe, dewleta Tirk jibo vê yekê acizîyan dike." Sîyasetvanê Kurd destnîşankir ku piştî ku 1994'an de tevî hevalên xwe ji parlementoyê hatin derxistin, tekoşîna gelê Kurd zêdetir bûye. Ahmet Turk destnîşan kir ger bixwazin parlamenterîya Kurdan ji destê wan bistînin, hejmara zêde li parlamentoyê heye dîyar kir ku gelê Kurd tu carî vê yekê dê qebûl neke.

Endamê Meclisa Bilind a Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) parêzer Muhamed Akar jî got "Pir eyb û şerm e ku parlamenterên bi îrada gel hatine hilbijartin, ji parlamentoyê werin dûrxistin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG