Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Putin û Obama Duşemê li New Yorkê Dicivin


Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro Pêncşemê dibêje, wê Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Duşemê ligel Serokê Amerîka Barack Obama li New York bicive.

Peskov ji rojnamevanan re got ku wê Putin di heman rojê de herwiha bi Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe re hî hevdîtinekê bike.

Obama, Putin û Abe di nav rêberên cîhanê de ne ku hefteya tê beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya vê salê bikin.

Peskov da zanîn ku di civatê de Putin wê axaftinekê jî bike.

Obama û Putin cara dawî di Mijdara 2014an de di hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk ya li Pekînê hatibûn ba hev.

XS
SM
MD
LG