Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin: "Bi Şûr li Pişt Me Xistin"


Serokê Rûsya Vladimir Putin, Tirkîye sûcar dike ku “bi şûr li pişt Rûsya xistiye” û piştgirî dide terorîzmê, piştî ku jeteke F-16 ya Tirk li firokeke şerker ya Rûsî ya Su-24 xist û ew li ser sînorê Sûrîyê anî xwarê.

Putin pênasînê kir ku firoka wan ji alîyê Tirkîyê ve hatiye gêr kirin, tevî ku daxuyanîya pêşîn ya Rûsî îdia dikir ku firok ji alîyê roketeke ji erdê hatiye xistin.

Putîn dîyar kir ku dema li firoka wan hat xistin, Su-24 1 km ji tixubê Tirkîyê dûr bû û ewê firokê ti car gef li ser ewlehîya Tirkîyê nedikir.

"Ev bûyer bi zelalî li dervey çarçoveya şerê dijî terorê ye. Jin û mêrên bi qehremanî dijî terorîstan şer dikin û canê xwe fêda dikin.Lê hindahîyên me yên îro girêdayî şûrkirina me ya ji piştê ye, ji alîyê hevalbendên terorîstan,” Putîn got.

Putin ew daxuyanîyên xwe di civîna hevbeş ya ligel Melik Abdullahê Urdunê de li bajarê Soçî ya Rûsya dan.

XS
SM
MD
LG