Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fabius: Kurd Beşdarî Gotûbêjên Sûriyê Nabin


Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius roja Çarşemê 27ê Çile ji Parîs ragihand ku kurd dê beşdariyê di gotûbêjên aştiya Sûriyê de nekin, yên ku hatîne plankirin ku deê roja Înê 29 mehê li Cenevre bên encam dan.

Fabius da zanîn ku dawetname ji serokên kurdan re nehatiye şandin, ewê Opzisoyona Sûrî ya ku li konferansa Riyad hatiye piştevanî kirin û Erebistana Saudî û Tirkiye wan destek dikin, dê beşdar bibin.

Weke Fabius dibêje, Şanderê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura têkilî pe re danyie û gotiye wan dawetname ji Partiya Kurdan li Sûriyê partiya PYDê re neşandî ye û ewê beşdar nebin.

Fabius ji bo Radioya Frans Kultur daye eşkere kirin, ku beşdariya Kurdan bi serokatiya Partiya Yekêtiya Demokrat PYD dê bibe cihê alozîyan di civînên Cenevrê de, jiber wê yekê de Mistura gotiye ku ewê kurd beşdar nebin.

Wek tê zanîn berpirsên dewleta Tirk û Opozisyona Sûrî ya ku niha bi serokatiya Riyad Hicab serkêşiya wê dike û hind welatên din li dij bûn ku PYD di civînên Dialoga Sûriyê de beşdar bibe.

Hêjayî gotinê ye ku, ajans Reuters ragihaniye ku Salih Mislim Hevserokê PYD gotiye Dawetname ji wan re nehatiye şandin, Mislim gotiye ewê Civênên Cenevre 3 jî bisernekevin, weke çawan Cenevre 2 ya sala 2014an pêkhatî biserneket.

Gotûbêjên Cenevre 3 di nava aloziyek mezin re derbas dibin,

XS
SM
MD
LG