Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Grubeke Nêzîkî DAIŞ Berpirsîya Êrîşa Qahîrê Radike Ser Xwe


Grubeke tundrê li Misirê ku peywendîya wê bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re heye, îro Pêncşemê radigihîne ku wê êrîşa bombeyî ya li paytaxt Qahîre kiriye ku dehan kes di encamê de hatibûn birîndar kirin.

Di mesajeke Twitter de hat îdia kirin ku “leşkerên xîlafeta îslamî” ew êrîş pêk anî. Di mesajê de, dilsozîya wê koma êrîşbir ya bo DAIŞ jî hat ragihandin.

Karbidestên xwecihî dibêjin ku herî kêm 6 polîs di nav wan kesên birîndar de hene.

Karbidest herwiha didine zanîn ku jiber hêza xurt ya peqînê, dîwarên avahîyên li taxa Shubra qelişîn û gelek pencere jî şikestin.

Dîdevan dibêjin, êrîşvan otomobîla bombebarkirî li pêş avahîya hikûmetê park kir û dû re bi otomobleke din ji cîhê peqînê revîyan.

XS
SM
MD
LG