Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Xwekujî de 8 Leşkerên Îraqî Hatin Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îraqî şerê DAIŞ dikin
Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îraqî şerê DAIŞ dikin

Karbidestên ewlehî û leşkerî yên Îraqî dibêjin, di jimareke êrîşên xwekujî yên DAIŞê de 8 leşker li Anbar hatin Kuştin.

Karbidest didin zanîn ku di êrîşan de ku li hember xaleke ewlehîyê hatine kirin de, herwiha 6 leşker jî birîndar bûn.

Li gor agahîya karbidestan, di êrîşa îro sibeh ya Ramadî de, 3 wesayît hatine kar anîn ku 2 ji wan qamyonên neftê ne.

Berdevkekî xwecihî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AP re ragihand ku xala êrîşkirî, xaleke hevbeş ya leşker, polîs û çekdarên Sunnî bû.

XS
SM
MD
LG