Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Dora Ramadî ji DAIŞê Paqij Dikin, Rêka Bexdayê Vedikin


Di vê fotoya arşîvê de snaypirekî Îraqî li Ramadî xuya dibe
Di vê fotoya arşîvê de snaypirekî Îraqî li Ramadî xuya dibe

Îraq îro Înê radigihîne ku hêzên wê deverên dora Ramadî bi temamî ji DAIŞê standin û rêya ku dihere Bexda jinûve vekirin.

Îraqê di dawîya sala borî de ragihandibû ku wê bajar bi tevajî ji DAIŞê rizgar kir, lê şer deverên derveyî li rojhilata bajêr berdewam dikir.

Daxuyanîya artêşa Îraqî da zanîn ku rojhilata Ramadî bi tevahî hat rizgar kirin û bajar û hemî deverên wê êdî ji DAIŞê paqij bûn.

Daxuyanîyê herwiha ragihand ku rêka Ramadî-Bexda ku ji Xaldiyah derbaz dibe, jî kete destê hêzên wê.

Hêjayî bîrxistinê ye bajarên wek Felluce û Mûsil li Îraqê hîn jî di bin kontrla DAIŞê de ne.

XS
SM
MD
LG