Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michael Ratney Şûna Daniel Rubinstein Dibe Nûnerê Nû yê Sûrîyê


Balyozxaneta Amerîkî li Şam
Balyozxaneta Amerîkî li Şam

Amerîka îro Duşemê nûnerekî nû jibo Sûriyê destnîşan kir da ku bibe sêyem dîplomatê Amerîkî taybet bi Sûriyê ji dema ku krîza wî welatî berî çar salan destpê kiriye.

Michael Ratney cihê Daniel Rubinstein digire, yê ku wê bibe balyozê Amerîka li Tunisê.

Ratney bi zimanê Erebî dipeyîve û berê wekî konsulê giştî yê Amerîka li Orşelîmê kar kiriye. Wî herwiha wekî diplomat li Îraq, Lubnan, Mexrib û Qeterê kar kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bang li Ratney kir, “karê girîng yê nûnerê berî xwe berdewam bike, da ku bersîva Amerîka hember nakokiya aloz ya Sûriyê ava bike.”

Birêz Kerry got, ewê Ratney “nêzîk” here herêmê da ku ligel karbidestên Sûrî û yên din kom bibe, di hewildanekê de jibo “dawîanîna tundûtûjiyê û peydakirina paşerojeke azad û birûmet jibo hemû gelê Sûriyê.”

XS
SM
MD
LG