Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Îslamî Nexweşxaneyekê ji Destê Rejîmê Distînin


Şervanên serhilda li bajarê Jisr al-Shughour
Şervanên serhilda li bajarê Jisr al-Shughour

Serhildayên Îslamî îro Înê jî pêşdeçûna xwe li Sûrîyê berdewam kir û nexweşxaneyekê ji destê hikûmetê xist bin kontrola xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, El Nusra ya hevalbenda El Qaydê nexweşxaneya li dervayê of Jisr al-Shughour "bi temamî kontrol kir".

Hêjayî gotinê ye, bi dehan leşkerên hikûmetê û kesên din, ji destpêka meha Nîsanê vir ve di nav nexweşxanê de ase mabûn.

Heta niha zelal nebûye ku çi hatiye serê wan kesên asemayî, lê Nusra bi rêka Twitterê ragihand ku ew ketin dû wan leşkeran.

Bajarokê Jisr al-Shughour yek jî cîhên herî dawî li Îdlibê bu ku di destê rejîma Esad de mabû. Nusra meha borî ew bajar xistibû bin kontrola xwe.

Hêzên Beşar Esad di demên dawî de jimareke binketinên girîng li hember serhildayan jîyabûn.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî bajarokê antîk Palmyra ya 2,000 salî ji hêzên Esad stand û tirseke emzin heye berhemên buhagiran yên wî bajarî birûxîne.

XS
SM
MD
LG