Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl Azadkirina Bajarokê Ain Îsa û Mijarên Girîng Dinirxîne


Di hevpeyvîneke taybet de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li ser mijarên germ û girîng bersîva pirsên Dengê Amerîka da.

Birêz Xelîl azadkirina bajarokê piştrast kir û ew yek wek serketineke girîng nav kir.

"Ev serkeftin têkçûneke mezin e ji DAIŞ re jiber ku Ain Îsa li ser rêya navdewletî ye û bajarê Raqqa bi Girê Spî û Heleb û Hesekê re girê dide. Rêxistina terorîst DAIŞ di van rojên dawî de darbeyên mezin xwar û hember pêşveçûna YPG'ê pir şaş mane."

Xelîl balê dikşîne ser rola êrîşên esmanî yên koalîsyona navnetewî û pesna wê piştgirîyê dide.

"Êrîşên esmanî gelek bi feyde ne. Koalîsyon jî dibîne ku li erdê hêza herî xurt ya dijî DAIŞ em in. Em bi hêvî ne di demên pêş de alîkarîya çekên giran û alîkarîya maddî jî hebe."

Xelîl herwiha bang li Tirkîyê dike ku ji kontrol wan ya ser Girê Spî eciz nebe û wek gefekê nabîne.

"Niha pirtir jî 400 km sînorê Tirkîyê di bin kontrola YPG de ye. Emê vê sînorê hember hemî metirsîyan biparêzin. Me tim xwest ku têkîlîya me bi Tirkîyê re baş be, divê Tirkîyê vê yekê bibîne."

Rêdûr_Xelîl_6_23_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:41 0:00

XS
SM
MD
LG