Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Rojnamevanê Amerîkî Rezaian Destpê Kir


Jason Rezaian
Jason Rezaian

Darizandina rojnamevanê Amerîkî Jason Rezaian, ku ji saleke vir ve li Îranê, bi tawanên îxanetê zindanê ye, îro Sêşemê destpê kir.

Ajansa IRNA ragihand, rûniştina ku ji bîra giştî re girtî ye, di Dadgeha Înqilabê de tê kirin ku ew dadgeh li dozen li ser ewlekarîya niştîmanî dinêre.

Birayê Rezaian Ali got, sedema girtbûna rûniştina dadgehê ne sedemên ewlekarî ye, lê tunebpna delîlên dijî birayî wî ye.

Rezaian di Hazîrana borî de hatibû girtin û bo çend mehan bê tawan û bê ku parêzêrê xwe bibîbî, di Zindana Evîn ya navdar hatibû giritn.

Amerîka, rêxistinên azadîya medyayê û Washington Post hemî girtina Rezaian ya bê tawan rexne dikin.

Malbata Rezaian û Edîtorê Rêvebir yê Washington Post Marty Baron nerazîbûna xwe dîyar kir ku Rezaian nekaribû serdana parêzêrê xwe bikira.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Marie Harf jî gotûbû ku îdîayên tawanên dijî Rezaian derew û bê bingeh in.

XS
SM
MD
LG