Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rizgar Kêsteyî: Divê Erdogan bo Çareserîya Pirsa Kurd Wêrektir Be


Hikûmeta Tirkîyê berî demekê kurt ragihandibû ku ew bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re daxife ku çareserîyekê ji pirsa Kurdî re bibîne.

Tevî ku hin Kurd bi şik û guman nêzîkî vê pêvajoyê bibin jî, piranîya Kurdan geşbînîya xwe bi vê prosesê dîyar dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Rizgar Kêsteyî li ser Pêvajoya Îmrali nêrînên xwe parve dike.

Birêz Kêsteyî dibêje, eger Tirkîye li herêmê dixwaze bibe welatekî hêzdar, divê bi Kurdan re aştîyê bike û mafên wan bide. Eger wusa bike Enqere dê dostanîya hemî Kurdan wergire.

Nivîskarê Kurd balê dikşînê ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, jiber ku ji reaksîyon û nerazîbûna nîjadperestan, dixwaza tenê nîva barê rake ser xwe.

Rizgar Kêsteyî bang li birêz Erdogan dike ku bi wêrektir gavan bavêjê û di çareserkirina vê pirsê de pêgir be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link

Xwendevanên hêja,

Rizgar Kêsteyî herwiha helbestvanekî pir serkeftî ye jî. Di lînka jêrîn de hunermendê dengxweş Hasan Şerîf helbesta Kêsteyî ya bi navê "Ez Kurdistan im" distre.

https://www.facebook.com/video/video.php?v=1169193770428
XS
SM
MD
LG