Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Rizgakirina Penaberan Bang li Welatên Başûrê Rojhilata Asya Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hikûmetên başûrê rojhilata Asya dike bizavên lêgerîn û rizgarkirina bi hezaran penaberan pirtir bikin, ku di keştîyên qaçaxcîyan de, navbera Derya Andaman û Gewrîya Malacca de ase mane.

Berdevkê NY Farhan Haq dîyar kir ku Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bizavên lêgerîn û rizgarkirina sedan penaberên li deravên Malezya û Endonezya bi germî pêşwazî dike.

Haq geşbînîya xwe anî zimên ku di rojên were de hewlên wî rengî hîn pirtir bin û kesên ase bêne rizgar kirin.

Wî bang li li karbidestên in Tayland, Malezya û Endonezya kir ku gemîyên ku bi penaberan dagirtî ye, careke din neşînin nav behrê.

Bi alîyekî din ve, Hêzên deryayî yên Endonezî do Duşemê ragihand ku wê belemeke din dît ku bi penaberên Myanmarî û Bangladeşî tijî ye.

Berdevdekî hêzên deryayî got, wan av, xwarin û derman dan neferên nav wê belemê û dû re hiştin ku belem rêya xwe bidomîne.

Hêjayî gotinê ye, pirtir jî 2,000 penaberên Rohingya ji Myanmar û Bangladeşî di nav çend rojên dawî de hatin rizgar kirin.

Bizavkar û berevankarên mafên mirovan hişyarî didin ku hîn jî bi hezaran kes di nav qayiqên şenîbar de ase ne û bi xeterîya mirinê rû bi rûyê ne.

XS
SM
MD
LG