Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Rojava 12 Kes Bi Sedema Tawanên Rêxistinkirî Desteser Dike


Fermandarîya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di kongereke çapemenî de ragihand ku 12 kes hatin girtin.

Berbirsê beşê tawanên rêxistinkirî, Çîya Mihemed di civînê de got ku ew 12 kes tawanên rêxistinkirî li dijî hemwelatîyan pêk danîn.

Mihemed herwiha dîyar kir ku ew kom bi navê YPG û Asayîşa Rojava pere ji xwedîyên dikanan distendin û bi çekan digirtin ser malê welatîyan.

Di dema dawî de di nav bajaran de pir bûyerên li ser navê YPG dihatin bihîstin.

Li ser pirsa Dengê Amerîka ku ji wan 12 kês girtî ti kes ji wan di sazîyek yan rêveberîyê de hene yan na, endamê fermandarîya giştî ya asayîşê Îsa Ehmed wiha bersiv da:

"Lêpirsîn berdewam e û ti kesê ku destê wî di van rûdanan de hebe, ewê were girtin."

Hêjayî gotinê ye ku di serjimirên 2014’an de 8 endamên asayîşê ji karê xwe hatine dûrxistin û hin ji wan hatin tewambarkirin û di zindanê ne.

Li gor asayîşa Rojava ew 8 kes endamtîya xwe ya asayîşê bi rengekî şaş kar anîne û destdirêjî li mafê welatîyan kirine.

ZO_3_18_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG