Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faysal Sariyildiz: AKP jibo Berjewendîya Xwe Dixwaze Alozî Çêbin


Bajarvana berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan li ser sînorê Nisênîm û Qamişlo di çalakîyekê de xuya dibe
Bajarvana berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan li ser sînorê Nisênîm û Qamişlo di çalakîyekê de xuya dibe

Di 29’ê meha yek Rêbendanê de jineke ji Rojavayê Kurdistanê, Nezahat Sadûn (29) li sînorê Cizîrê ji alîye leşkerên Tirkîyê hat kuştin.

Xanim Sadun li Mêrsînê zewicandî bû û çûbû serdana malbata xwe ya li Qamişloyê, lê di vegerê de ji alîye leşkerekî Tirk ve, bi guleyek hat kuştin.

Rapora edlî ya Nezahat Sadûn roja Pêncşemê eşkere bû. Li gor raporê, jinik du canî bû ye û guleya ku ji pişt de berdane di zikê wê de avêtîye der.

Di van salên dawî de, taybetî li ser sînorê rojava ber bi Mêrdîn û Şirnêxê gelek sîvîlên Kurd yên Rojava jiber ku sînor îhlal kirine bi guleyên leşkeran hatin kuştin.

Hiqûqnas dibêjin li gorî qanûna angajmanê divê bi çekan berê ser sîvîlan bernedin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnêxê Faysal Sarîyildiz ji Dengê Amerîka re da zanîn kesên ku li sînor tên kuştin ji sedî not Kurd in, lê ji hela Entab û Antakya nêzî du mîlyon Sûrî derbazî Tirkîyê bûn, lê bi kesî tiştek nekirin

“Berîya pêvajoyê pêdivîya wê bi aramîyê hebû, lewma digel ku gav jî nedavêt dixwest pêvajo dewam bike, lê neha jibo HDP di benda hilbijartinê derbaz neke jibo berjewendîya xwe AKP dixwaze alozî çêbe"

Parlamenterê Şirnexê dîyar kir piştî gotinên serokomar yê derbarê pêvajoyê de artêşê dest bi operasyonan kir. Li Agirîyê jî lîstikek qirêj pêk hat.

"AKP heta hilbijartinê wê tansîyona sîyasete bilind bike. "Herwiha balê da ser provakasyonan û got KCK jî dibêje deste wan de agahî hene ku buyerên wekî Agirî rûbidin.

Sarîyildiz serkeftina Kurdan ya li Kobanê jî bi bîr tîne û wiha dibêje:

”Bi berxwedana Kobanê gelek Kurdên dengê xwe didan AKP’ê, rûyê wan yê rast dîtin. Serkeftina Kobanê bandoreke erênî wê li ser pêvajoya hilbijartinê bike."

KHF_4_18_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:57 0:00

XS
SM
MD
LG