Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Nûnertîya Xwe li Moskow Vedikin


Sînem Mihemed û Feleknas Uca
Sînem Mihemed û Feleknas Uca

Nûnertîya Moskow ya Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk li Rojava îro fermî hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de nûnera Ewrupa ya Kantonên Rojava, Sînem Mihemed, parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca, nûnerên hikûmeta Rûsî û sazîyên civahî amade bûn.

Mihemed ji ajansa ANF re ragihand ku bi vekirina vê ofîsê, qonaxeke nû jibo Rojava vedibe, jiber ku piştgirîya welatekî xurt ya mîna Rûsya gelek girîng e.

Nûnerê Xweserîya Demokratîk yê Rûsyayê Rodî Osman jî got ku vebûna ofîsa wan nîşana asta peywendîyên bilind ya Kurdan û Rûsya nîşan dide.

Di vekirinê de medyaya Rûsî ji gelek sazîyên ragihandinê jî amade bûn û ew yek kirine nûçe.

XS
SM
MD
LG