Pêncşem, 24 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 03:08

Tirkîye

Şirove - Guherînkarîyên Kabîneya Hikûmeta Tirkîyê

x
Mezinahîya nivîsê - +
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan biryar da ku guherînkarîyan di kabîneya hikûmeta xwe de encam bide.

Guherîna hejmareka wezîrên hikûmetê di demekê de ye ku danûstandin bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê re berdewam e jibo çekdanan PKK’ê.

Guherîna herî berçav ya wezîrê navxwe yê Tirkîyê ye.  Fermandarê berê yê Stenbolê Muammer Guler li cihê idris Naim Şahin bû wezîrê karê hundir.

Di medyaya Tirkîyê de, hejmareke ajansên nûçeyan we didin xuyakirin ku guherîna kabîneya hikûmetê bi pirsa Kurd ve girêdayî ye.

Rojnamevan Mihemed Sanri, berpirsê bîroya Kurdistan TV li Stenbolê, dibêje ku guherîna kabîneya hikûmetê karekê çaverêkirî bû û got ku “ev guherîn zêdetir wek balansek ya di nav hikûmetê bi xwe de ye.”

Birêz Sanri dûr dibîne ku guherîna wezîran beşek be li bizavên çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkîyê.

Herwiha rojnamevan Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Dîyarbekirê, dibêje ku guhertina kabîneyê ne ji ber mesela çareserîya pirsgirêka Kurd e.

Birêz Veroj dibêje ku jibo pirsa Kurd “helwêst û zelalîya polîtîka hikûmetê girîngtir e” ji guherîna wezîran.

Hevpeyvîn
Hevpeyvîn i
|| 0:00:00

X
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.