Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Erkê Pêkanîna Hikûmeta Demkî ya Hilbijartinê Da Davutoglu


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Sêşemê hat erkdar kirin ku hikûmeta demkî ya hilbijartina 1’ê meha 11, Mijdarê damezrîne.

Davutoglu divê nav pênc rojan de kabîneyeke kindemî ava bike ku tê de endamên partîyên opozîsyonê jî hebin, lê hem CHP, hem jî MHP dîyar kir ku ewê di hikûmeta hilbijartinê de cîh negirin.

Çaverê ye di hikûmetê de sê wezîrên ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî cîh bigirin ku ew jî di dîroka Tirkîyê de cara yekê diqewime.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi fermi biryara hilbijartineke nû dabû, piştî ku di dema dîyarkirî de hikûmeteke koalîsyonê nehat damezrandin.

Desteya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) jî îro Sêşemê pêkanîna hilbijartina dubarê di 1’ê Mijdarê de piştrast kir û biryar di rojnameya fermi de hat weşandin.

XS
SM
MD
LG