Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Çînê ye Peywendîyên Heyî Xurtir Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ligel karbidestên payabilind yên Çînê dicive ku peywendîyên du alîyan xurtir bike.

Tekîlîyên Tirkîye û Çîn, di dema dawî de bi derengketina firotina sîstema muşekan ya berevanîyê û helwesta dijî kêmanîya Uygur ya Tirkîaxêf xirab bibûn.

Erdogan piştî ku giheşt Pekînê, ligel Serokê hikûmeta Çînê Li Keqiang hevdîtinek kir û herwiha bi Serok Xi Jinping re jî dicive.

Hêjayî balkişandinê ye ku birêz Erdogan rexnegirekî tund yê polîtîkayên Pekînê yên hember Uygurên herêma Sîncarê ye ku Çîn jî dibêje, ew li wê derê şerê cudaxwazan dike.

XS
SM
MD
LG