Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em bo Xistina Firokê Daxwaza Lêborînê ji Kesekî Nakin


Girjî û reqbûna navbera Moskow û Enqerê îro Pêncşemê jî didome, piştî ku Tirkîyê roja Sêşemê li ser sînorê Sûrîyê firokekeke Rûsî anîbû xwarê.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna CNN de got ku wê welatê wî jibo gêrkirina firoka Rûsî, lêborîna xwe nede Moskowê.

"Eger ku alîyek hebe ku lêborînê bide, ew ne em in. Divê, yên ku bê destûr ketin nav qada me ya esmanî lêborînê bidin.”

Şîroveyên Erdogan di vê demê de tê ku Serokê Rûsî Vladimir Putin, Tirkîye bi zimanekî tund sûcdar kiribû ku piştgirî dide terorîzmê.

Putin gotibû ku Tirkîyê bi gerkirina firoka wan bi şûr li pişt Rûsya xistiye û encamên xirab yên wî kiryarê Tirkîyê hebin.

XS
SM
MD
LG