Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Gêrkirina Firokê, Rûsya Hêzên Nû Dişîne Sûrîyê


Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro Çarşemê radigihîne ku piştî gêrkirina firoka Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve, ewê sîstema xwe ya pêşketî S-400 bişîne Lazqîya li Sûrîyê.

Shoigu herwiha da zanîn ku artêşa Rûsî keştîya şer ya muşekavêj ya bi navê Moskva jî bişîne herêmê.

Balyozê Rûsya li Fransa Alexander Orlov jî dîyar kir ku Myek ji firokevanên wan ku bi paraşutê xwe jî firokê avêtibû, ji alîyê artêşa Sûrî ve hate rizgar kirin.

Orlov da zanîn ku pîlotê rizgarkirî ewle ye û vê gavê li bingeheke Rûsî ya li Lazqîya ye.

Balyozê Rûsî herwiha da zanîn ku firokê din bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Wî got, helîkopterek ku çûbû hawara firokêvan jî ji alîyê serhildayan ve hate xistin û leşkerekî Rûsî ku li nav helîkopterê bû, hate kuştin.

XS
SM
MD
LG