Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpiresekî Amerîkî: 4 Rokêtên Kroz Yên Rûsî Ketine Axa Îranê


Rokêtên Kroz
Rokêtên Kroz

Berpisekî Amerîkî jibo Dengê Amerîka daye xweya kirin ku, roja pênşemê Rûsiya ji ava deriya Xezer, ji gemiya cengê rokêtên Kroz avêtine hin bingehên Daişê li ser axa Sûriyê, lê 4 ji wan rokêtan negihane armanca xwe li şûna Sûriyê ketine axa Îranê.

Berpirs dibêje, lê ziyan nehatine zanîn.

Rokêtên Kroz
Rokêtên Kroz

​Roja çarşemê Rûsiya bi şêweke dijwar êrişên esmanî herweha êrişên bi rokêtên Kroz ji derya Xezer li dij bingehên Daişê liser axa Sûriyê dabûn destpêkirin, rûsiya doh 26 rokêtên Kroz avêtbûne 11 bingehên Daişê li Sûriyê, ev êriş di hemdem bûn li gel êrişên bejahî yên leşkerê sûrî li dij Daişê.

Roja pênşemê Jeans Stoltenberg sekrtierê giştî yê hevpeymaniya NATO di civina wezîrên berevaniyê de li Bruksel, Rûsiya jibo destwerdana wê di şerê navxweyê Sûriyê de tund rexne kir bû, di heman civînê de wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter jî, Rûsiya rexne kir.

XS
SM
MD
LG