Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên bê Sînor Pêşketin Azadîya Medyayê li Burmayê Dipesîne


Rêxistina mafên mirovan ya cîhanî Rojnamevanên bê Sînor anku Reporters Without Borders dibêje, Burma yek ji kêm welatan li Asya ye ku azadîya medyayê sala borî lê peyda bû.

Welatê Burma ku li başûrê rojhilata Asyayê dikeve, wekî yek ji rejîmên herî zordar ya li wê herêmê dihate nasîn, lê lîsta rêxistina Rojnamevanên bê Sînor de, ew 18 rêzan bilind bû.

Ev yek jî bi xêra reformên sansurkirin û azadkirina rojnamevanên girtî pêk hat.

Raporta ku roja Çarşemê hate weşandin, dibêje ku bi giştî azadîya rojnamegerîyê li herêma Asya Pasîfîk bo sala duduyan kêmtir dibe.

Raportê bi taybet nîşan da ku ti pêşketin di warê azadîya rojnamevanîyê de li Koreya Bakur, Çîn, Vîetnam û Loas peyda nebûye.

Ev welat ji alîyê hikûmetên zordar ve tên birêve birin. Raporta rexistina navneteweyî ev hikûmet wekî “nêçîrvanên azadîya rojnamevanîyê” binav kir.
XS
SM
MD
LG