Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salar Osê: Perçebûna Sûriye Tiştekî Rasteqîn e


Rewşa Sûriye roj bi roj dijwar û kambaxtir dibe ji hemû aliyan ve bê ku destwerdaneke rasteqîn bê kirin da ku şer bê rawestandin û dest bi çareseriya siyasî bibe.

Di hevpeyvîna nivîskar Salar Osê de bi Dengê Amerîka re got ku kêşeya Sûrî kambaxtir bûye, ji ber ku şerekî rasteqînî li dijî DAIŞ ne hatiye kirin ji aliyê hêzên navdewletî û rikeberiya Sûrî ve, û helewesta piraniya rikberiyê ji DAIŞ ne zelal e.

Herwisa jî birêz Sala dibêje Kurd bi serê xwe şerê DAIŞ dikin, û kes pişta wan nagire ji ber wê jî DAIŞ li bakûrê Sûrî bihêz e.

Di dawiya axeftina xwe de birêz Osê got ku perçebûna Sûriye li ber çava ye û ji her kesî re diyar bûye lê hîna di helwesta siyasî de baş zelal nebû ye.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvina Salar Ose-09-02-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00

XS
SM
MD
LG