Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê PYDê Salih Mislim: Mîrovên Azad Biryarên Azad Didin


Leşkerên Tirk ser sînorê Sûrîyê ne
Leşkerên Tirk ser sînorê Sûrîyê ne

Tirkîye leşkerê xwe li ser tixubê bakurê Sûrîya kom dike, bi sedema ku rewşa şerê Sûrî gefan ser parastîna wê ya nîştîmanî dike.

Lê, balkeş e ku komkirina leşkeran, piştî azadkirna Gîrêspî û hevgihandina Kanton Kobanê bi Kantona Cizîrê tê.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim helwesta Tirkîyê nirxand.

“Ez ne bawer in ku Tirkîye bê hebûna pîştevanîya welatên cîhanê bikane derbasî tixubê Sûrîyê bibe. Heta niha me ti amadekarî nekirine, lê eger kesek ser me de were, emê li ber xwe bidin.”

Birêz Mîslim rexne li hîn Kurdan kir ku biryara xwe bi xwe nikarin bidin.

“Yekbûna Kurdan armanca me ye, lê heta ku Kurdên li Stenbolê biryaran ji AKPê wergirin, yekbûn nabe. Tenê mirovên azad dikanin biryarên azad bidin.”

Salih_Mislim_7_2_15_KF
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00

XS
SM
MD
LG